Fermandarên Dîroka Ji Agir -II

Ahmet Kesîp (Cemşît); di sala 1957’an de li Gundê Karahaçıliyê ya Qersê hatiye dinyayê. Dibistana navîn û amadeyî (xwendegeh, lîse) li navenda Îdirê xwendiye. Di dibistana amadeyî de têkoşîna rizgarîya Kurdistanê ku nû pêş diket nas kir. Di sala 1977’an tevlî refên têkoşîna rizgarîya Kurdistanê dibe. Di dema destpêka têkoşîna tevgera azadî de, di pêşengtiya vê grubê de di nav tevgera ciwanên xwendekar ya ku pêşketî de weke milîtanekî bi biryar cih digire.

Ahmet Kesîp, di dîroka tevgera azadî de xwedî cihekî taybet e, hîna/hê di salên destpêka pêşketina tevgera azadî de mil bi milê kadroyên pêşeng yên tevgera azadî yên wek Mahîr Can; Akîf Yilmaz, İdris Okmen û Yaşar Organ têkoşiyaye.

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PKK’Ê BÛ 

Têkoşer Ahmet Kesîp piştî derbeya leşkerî, têkiliyên wî bi tevgera azadî re qut dibe, lê bi tena xwe têdikoşe, heta di vê navberê de gelek kesan bi rê dixe. Piştî bandora derbeya leşkerî û faşist a 12’ê Îlonê kêm dibe, di sala 1982’yan de carekî din bi tevgerê re dikeve nav têkiliyê û li gel refa ku rêxistin kiriye derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Di salên 1984-85’an de di bin fermandartiya Kazim Demirtaş û Mehmet Erturk de xebatan dimeşîne. Ahmet Kesîp di têkoşîna pêşketina gerilatiyê ya Serhedê de xwedî roleke sereke ye. Gerîlla Kesîp di bihara 1986’an wek alîkarê fermandarê Şemdinanê/Şemzînanê hat erkdarkirin (peywirdarkirin). 

Di Kongreya 2’emîn a PKK’ê de wek Endamê Komiteya Navendî ya PKK’ê (PKK) tê hilbijartin. Di Konferansa 1’emîn ya Botan û Serhadê de ji nû de wek endamê Konseya Leşkerî ya Partiyê tê peywirdarkirin. Gerîlla û têkoşerê Kurd Ahmet Kesîp di amadekariya pêngava berfirehkirina şerê çekdarî yê sala 1987’an de rola xwe dileyîze.

Fermandarê Çiyayê Agirî gerîlla Kesîp wek kesayetiyekî efsane, serpêhatiya wî nifş bi nifş hatiye vegotin. Ji aliyê tevgera azadiya Kurdistanê ve Ahmet Kesîp di rêxistinkirin û pêşxistina tevgera rizgariya Kurdistanê de xwedî kedeke mezin tê pejirandin û nirxandin. 

AHMET KESÎP HAT QETILKIRIN

Fermandarê çiyayê Agirî li gel refeke gerila dema derbasî Botanê dibin, li Gundê Benavokan bi artêşa tirk re dikevin pevçûnê, di pevçûna Benavokê de piştî berxwedaneke bêhempa fişekên fermandarê Agirî namîne, fişeka herî dawî di lûleya çeka wî de asê dimîne û lewra dîl dikeve destê artêşa Tirk. Ahmet Kesîp piştî êşkenceyên giran tê înfaz kirin. Di bûyera Benavokê de li gel fermandarê navdar yê 15’ê Tebaxê Mehmet Sevgat û 7 gerilayan jiyana xwe ji dest dide. Li gor idîaya şahidên bûyerê cenazeyê 9 gerilayan li Benavokê wek gorreke komî hatine veşartin . 

MEHMET SEVGAT KÎ YE?

Mehmet Sevgat bi navê kod Bedran li Navçeya Curnê Reş (Hîlwanê) ya girêdayî Rihayê ye ji dayik dibe. Di salên 1975-1976’an de, hê di destpêka tevgera azadiyê de, tevlî têkoşînê dibe. Mehmet Sevgat, yek ji kadroyên pêşeng yê tevgera azadiyê ye û jiyana wî ya şoreşgerî bi Delîl Dogan, Cuma Tak dest pê kiriye. Mehmet Sevgat di milê leşkerî de xwedî kesayetiyek bi hêz e. Sala 1977’an di şerê Curnê Reş (Hîlwan) û Girê Sor (Siwêreg) de, di ref û sengerên hêrî pêş de cih digre. Di sala 1978’an de dema ku Partiya Karkerên Kurdistanê tê avakirin, Mehmet Sevgat di Desteya Leşkerî ya Amedê de cih digire. Di sala 1979’an de derdikeve derveyî welat, bi Mahsûm Korkmaz, Kemal Pîr, Delîl Dogan û li gel grûbeke qelabalix perwerdeya leşkerî û bîrdozî dibîne. Digel Fermandar Mahsûm Korkmaz (Agîd), Kemal Pîr li Kurdistanê gerilatiyê pêş bixîne di asta herî bilind de erk û peywiran werdigire ser milên xwe. Li Semsûr û Rihayê ji bo xeta leşkerî pêş bikeve kedeke mezin dide. 

FERMANDARÊ 15’Ê TEBAXÊ M. SEVGAT

Digel Mahsûm Kormmaz (Agîd), Mustefa Yondem (Erdal) Mehmet Sevgat jî yek ji fermandarê yekineyên 14’ê Tîrmehê ye. Di pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an de di asta fermandartiyê de rol lîstiye û bi cih aniye. Mehmet Sevgat bi kesayeta xwe ya leşkerî ji HRK’ê re pêşengtî kiriye. Li Kurdistanê di pêşxistina xeta leşkerî de kesayeteke pêşeng e. Di sala 1984’an de bûye fermandeyê desteya (taxima) propagandaya 21’ê Adarê. Di demsala bihara sala 1985’an de dibe alîkarê fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz. Di sala 1986’de dibe fermandarê herêma Qilabanê. 

Mehmet Sevgat li gel Ahmet Kesîp û 8 gerilayên ARGK’ê li gundê Benavokê (orencik) di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide. Li gorî idîaya cerdevanan û gundiyên Benavokê niha termên Mehmet Sevgat û 8 hevalên wî li gundê Benavokê (orencik) di goreke komî de hatine binaxkirin.

SÛLTAN YAVÛZ (LEYLA) Kî YE?

Di tevgera azadî de kadroya peşeng Sûltan Yavûz (Leyla) di malbateke xwedî rewşeke navîn sala 1964’an li Curnê Reş (Hîlwanê) a Rihayê tê dinyayê. Yavûz dibistana seretayî li Curnê Reş xelas kiriye û dibistana navîn di pola yek de terikandiye û sala 1978’an, di vî temenê xwe yê biçûk de tevlî Têkoşîna Rizgariyê dibe. Sûltan Yavûz, di malbateke welatpêrez de mezin dibe û hê di salên destpêkê de tevgera azadî de nas dike û tevlî dibe. 

YEK JI ŞEHÎDA JIN A PKK’Ê YA DESTPÊKÊ YE

Sûltan YAVÛZ (Leyla) piştî ku derbeya faşist a leşkerî ya 12’ê Îlonê dibe desthilat, ew jî derbasî derveyî welat dibe û qada Filîstîn û Lubnanê dibe û li wir perwerdeya leşkerî û siyasî dibîne. Sala 1982 û 83’an li Rojava û Başûrê Kurdistanê xebatên girseyî meşandi ye. Piştî pêngava 15’ê Tebaxê ji bo berdewamkirina vê xetê ew jî vedigere welat û ji pêngava 15’ê Tebaxê ku hatiye destpêkirin hê zêdetir pêşve bibin, li gel komek gêrîla berê xwe dide herêma Colemêrgê. 

ŞOPDARÊ LEYLA QASIM E

Sûltan Yavûz a bi kod Leyla di nava civaka Kurd de xwedî ciheke cûda û girîng e. Yek ji kadroya jin e ku hê di despêka tevgera azadiyê de tevlî tevgerê bûye . Bi tevlêbûna xwe li hember hişmendiya feodal a mêrperest, serî rakiriye. Tevlîbûna gerîllaya jin Sûltan Yavûz nîşaneya guhertina civaka Kurd e. Ji ber heta wê demê, li ciheke mîna Curnê Reş (Hîlwanê) de, ne tenê tevlîbûna tevgereke siyasî, her tişt ji bo jinê wek şerm dihate dîtin, bi tevlîbûna xwe ya nav tevgera azadiyê re pêşengtiya serhildêriya jina Kurd kiriye. Gerîllaya jin a serhildêr Sûltan Yavûz (Leyla) wek ji navê xwe yê kod jî diyar e, ew ji berxwedana jina Kurd Leyla Qasim gelek bandor bûye. Leyla di şopdariya giyana berxwedanîya Leyla Qasim de şênber (berbiçav) bûye, xwedî derketiye û di kesayetiya xwe de giyana Leyla Qasim zindî kiriye. 

Kadroya pêşeng a jin ku di qada têkoşînê ya herî zor di qada şer de cih girtiye. Sûltan Yavûz, di nav tevgera PKK’ê de yek ji şehida jin a destpêke ye. Gerilayên jin vê kadroya pêşeng a PKK’ê weke pêşenga tevgera azadiya jinê dibînin. 

“BERXWEDANA LEYLAYÊ ” 

Cerdevanê ku tevlî pevçûna Leyla têde jiyana xwe jidestdayî de bûyî, derbirî ku ew gelek bi lehengî û berxwedaniya Leyla’yê (Sûltan Yavûz) bandor bûye. Cerdevan diyar kir ku ew cara yekem bû ku ew rastî berxwedaniyeke mîna berxwedana Leyla hatiye û wiha got: “ Heta min di şerde ev gerilaya jin nedît, min nizanîbû û bawer nedikir ku jin xwedî hêzeke wiha ye, li hember lehengîya wê, wek lehengeke jin, ez matmayî mam.” 

NALÎN DÎCLE

ANF NEWS AGENCY