Bernameya konferansa li Zanîngeha Hambûrgê, 3–5 sibat 2012

Li dijî modernîtêya kapîtalîst navdixwedan Têgehên alternatîf û doza kurd

Dost û hevalên hêja,

Weke organîzatorên konferansa“Li dijî modernîteya kapîtalîst navdixwedan – Têgehên alternatîf û doza kurd”em bextewer in bi vexwendina herkesê elaqedar e guftûgoyan bike li ser hewldanên teorîk û pratîk ên der barê rêyeke alternatîf a jiyanê de. Ev konferans ji bo wan kesan jî balkêş e ku hez dikin agahdar bibin der barê veguherîna civaka kurd, tevgera azadiya kurd de û her weha der barê alternatîvan de ku ew pêşniyaz dikin.

 

Di nav çend salên dawiyê de tevgera azadiyê ya gelê kurd, ji rê û rêbazên ji rêûresmê yên kokên xwe yên Marksî-Lenînîst û neteweyî rizgarîxwaz xwe çawa veguherand û bi pêş xist. Armanca vê konferansê ew e ku veguherîna tevger û civaka kurd li guftûgoyê veke û li alternatîvan bigere di çarçoveya bipêşketin û nîqaşên gerdûnî û global de. 

Herweha hêvî ji vê konferansê tê kirin ku di asteke zanistî de bibe qadeke pevguherîna fikr û ra- manên der barê hewldanên teorîk û pratîk ên ji bo liberrabûna normalbûna kapîtalîst de. Ev yek wê herweha – belê ne bi tenê – der barê mînaka kurd e jî be.

Konferans wê li Zanîngeha Hamburgê, li bajarê Elmanyayê Hambûrgê, di navbera 3 û 5 Sibata 2012an de pêk were. Em difikirin axaftinan hemûyan wergerînin Ingilîzî, Elmanî, Kurdî (Kurmancî) û Tirkî.

Ji bo beşdariyê, ji kerema xwe re nameyeke qeydiyê ji navnîşana This e-mail address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it. re bişînin. Ji bo agahiyên zêdetir û hurgilî, û bernameya konferansê li malpera înternetê www.networkaq.net binêrin.

Ji bo ku hûn destekê bidin vê konferansê yan jî bibin hevkarekî ji çapemeniyê, ji kerema xwe re ji navnîşana This e-mail address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it. re e-mailekê binivîsin.

Ji aliyê Tevna ji bo doza alternative ve tê organizekirin: KURD- AKAD – Tevna Akademîsyenên Kurd • YXK – Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê • Kurdistan Report • Informationsstelle Kurdistan (ISKU) • Cenî – Buroya Jinên kurd a ji bo Aştiyê • Înîsiyatîfa Navneteweyî ya “Azadî ji bo Ocalan – Aştî li Kurdistanê”

Mouvement contre le racisme et pour l'amitié entre les peuples (Tevgera li dijî Rasîzm û ji bo dostaniya di navbera gelan de, Franse), Mouvement de la Paix (Tevgera Aştiyê, Franse), LAIKA Verlag (Weşanxane) piştgirên konferansê ne.

Hevparên ji çapemeniyê:

 

Malpera Paşî: Program