Get Adobe Flash player

Bernameya konferansa li Zanîngeha Hambûrgê, 3–5 sibat 2012

Li dijî modernîtêya kapîtalîst navdixwedan Têgehên alternatîf û doza kurd

Dost û hevalên hêja,

Weke organîzatorên konferansa“Li dijî modernîteya kapîtalîst navdixwedan – Têgehên alternatîf û doza kurd”em bextewer in bi vexwendina herkesê elaqedar e guftûgoyan bike li ser hewldanên teorîk û pratîk ên der barê rêyeke alternatîf a jiyanê de. Ev konferans ji bo wan kesan jî balkêş e ku hez dikin agahdar bibin der barê veguherîna civaka kurd, tevgera azadiya kurd de û her weha der barê alternatîvan de ku ew pêşniyaz dikin.

Zêdetir bixwîne...

Fermandarên Dîroka Ji Agir -II

Ahmet Kesîp (Cemşît); di sala 1957’an de li Gundê Karahaçıliyê ya Qersê hatiye dinyayê. Dibistana navîn û amadeyî (xwendegeh, lîse) li navenda Îdirê xwendiye. Di dibistana amadeyî de têkoşîna rizgarîya Kurdistanê ku nû pêş diket nas kir. Di sala 1977’an tevlî refên têkoşîna rizgarîya Kurdistanê dibe. Di dema destpêka têkoşîna tevgera azadî de, di pêşengtiya vê grubê de di nav tevgera ciwanên xwendekar ya ku pêşketî de weke milîtanekî bi biryar cih digire.

Ahmet Kesîp, di dîroka tevgera azadî de xwedî cihekî taybet e, hîna/hê di salên destpêka pêşketina tevgera azadî de mil bi milê kadroyên pêşeng yên tevgera azadî yên wek Mahîr Can; Akîf Yilmaz, İdris Okmen û Yaşar Organ têkoşiyaye.

Zêdetir bixwîne...

Rojnamegeriya Kurdî: Berxwedaniya 113 salan

113 sal berê rojnamegeriya Kurdî bi ‘Kurdistan’ ê di 22'ê Nîsanê (Avrêlê) de li Qahireyê dest pê kir, niha bi kevneşopiya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê yekane rojnameya Kurdî ye didome...  
Kok û kevneşopiya rojnamegeriya Kurdî 113 sal berê li sirgûniyê di 22’e Nîsana 1898’an de li Qahîreyê yekem car bi çapkirina rojnameya ‘Kurdistanê’ dest pê kir. Yekemîn rojnameya Kurdî ku 31 hêjmar hat çapkirin û piştre hat girtin. Piştre vê kevneşopiyê bi rojnameyên Hawar, Riya Teze, Ozgur Gundem û Azadiya Welat

Zêdetir Bixwîne

We have 3 guests and no members online